H’emû nûçeSereke
Wezîrê Tirkîyayêyî karên der derheqa normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda xeberdaye

Wezîrê Tirkîyayêyî karên der derheqa şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî gavên bona normalkirina heleqetîyên Tirkîyayê û Ermenîstanê nava rojevêdanin.
“Merem normalkirina heleqetîyaye. Ermenî jî ji wê yekê razîne. Xêncî destpêka tevgirêdanên hewê û kifşkirina wekîlên mexsûs, wê dîsa bê lêkolînkirinê ku gavên çi cûreyî biavêjin”,-wezîrê Tirkîyayêyî karên der gotîye.
Çaûşoglû elam kirîye, wekî wekîlên herdu welata wê gavên qewînkirina aminayê gotûbêj bikin.