H’emû nûçeSereke

Armên Sargsyan qirar kirîye ji qulixa serokkomarê Ermenîstanê dûrkeve

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan elam kirîye,wekî ewî qirar kirîye erza derheqa derketina ji qulixa xwe bide. Derheqa wê yekêda ji admînîstrasîya serokkomarê  Ermenîstanê elamî Armênprêssê kirine.

Ewî elametî belav kirîye, nava kîjanêda hîmlî hatîye gotinê: “Despêka salên 199O-î, rûyê guhartinên gêopolîtîkîda, cimeta mera mecal çêbû, ku dewleta xweye serbest sazke.

Bi mecaleke wî cûerîye dîrokîva ez xweşhal bûm û min xwe pêşkêşî wê mîsîyayê kir. Hema bi saya wê yekê bû, wekî ez qayîl bûm, bibime serokkomarê Ermenîstanê.

Bi qebûlkirina wê qirarê min zanibû, wekî înstîtûta serokatîyê wê  bi saya mecala hukumî ser sîyasîya der û êkonoîkayê, sîyasîya învêstîsîyîon, heleqetîyên dîyasporayê û welêt bike.

Hinek wede şûnda bûyarên nîsana sala 2O18-a qewimîn.

Halekî usa pêşda hatîye,wextê ku serokkomar mecbûre bibe garantê dewletê, lê destê wîda tu mecalên rast tunene.

Ez şame wekî komîsîya guhartinên konstîtûsyîon saz bûye û bona wê yekê ez razalixîyê elam dikim. Ez hêvîdarim, wekî guhartinên konstîtûsyîon wê biqewimin û serkkomarê mayîn wê bikaribe nava atmosifêra balanskirîda bixebite.

Ez razalixîyê elamî welatîyê me û dîyasporayê, leşkerên me û ofîsêra dikim, ez usa jî razalixîyê elamî hemû xebatkarên admînîstrasîya serokkomar û sîstêmên dewletê dikim, bona xebata kardar”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button