Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rastî wezîrê pêşmerga Şoriş Îsmayîl û wezîrê karên hundur Rêber Ahmed hatîye.
Wextê hevdîtinê bûyarên van rojên dawîye li Îraqê û Sûrîyayê hatine gotûbêjkirinê, yên ku girêdayîne qezîya ji alîyê têrorîstên DAÎŞ-va.
Serokwezîr nerihetîya xwe girêdayî êrîşên DAÎŞ-ye li Îraqê û Sûrîyayêva elam kirîye û derheqa qewînkirina xetên parastinêye li Kurdistanê xeberdaye. Mesrûr Barzanîyê serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî gerekê pêwandîyên tevî hukumata Îraqê û koalîsîyîona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê bêne xweykirinê.