Bona dayîna alîkarîya ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda, ya bona mihacirên ji Qerebagê, dijwarî hatine sazkirinê: Mihêr Margaryan

Wekîlê Ermenîstanêyî nava Organîzeya Netewên Yekbûyîda Mihêr Margaryan, wextê civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, raporta derheqa dew û doza Qerebagêda raber kirîye.
“Mixabin, piştgirîya civaka navnetewî nikaribû bighîşta sekinandina opêrasîyonên leşkerî. Dewsa wê yekê sala 2O2O-î dijî Qerebagê agrêsîya hate mîyaserkirinê, rûyê çida gund hatine wêrankirinê û gelek meriv hatine kuştinê, bi hezara meriv bûne mihacir û krîzeya hûmanîtarî pêşda hat. Sazkirina dijwarîyên bona piştgirîya hûmanîtarî, hetanî îro nehitine safîkirine ku merivên zyanêketî alîkarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî bistînin”,- Margaryan gotîye.
Bi gotina wî, nava wê hetêsktêda Ermenîstan girîngîyê dide piştgirîya sêkrêtarê organîzeya û ya organîzeyêye hindava rola hemsedirên koma Mînskê, ya bona helkirina pirsgirêkê.
Margryan daye dîyarkirinê, wekî Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê cedandinên xwe li ser encamên agrêsîyayê û xirabkarîyên şêr bide merkezkirinê.







