Sereke

Bona paşdahildana erza xwe, hevtêk wedê serokkomarê Ermenîstanê Armen Sargsyan heye

Eger serokkomare Ermenîstane Armen Sargsyan nava hevtêkêda erza xweye derheqa dûrketina ji qulixê paşda hilnede, wî çaxî serokê parlamêntê wê protokolê amade bike û îmze bike. Piştî belavkirina wê protokolê, erze îdî wê çawa ya qebûlkirî bê hesabê.Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê civîna parlamêntê gotîye.

Ewî gotîye,wekî anegorî Konstîtûsîyayê, eger nevsê fermî nava hevtêkêda erza xwe paşda hildide, wî çaxî ew meriv gerekê bi elametîyêva pêşda bê, lê eger paşda hilnade, wî çaxî protokol tê hazirkirinê, ya ku ji alîyê serokê parlamêntêda tê îmzekirinê û belavkirinê. Ji dema belavkirina protokolê erze çawa ya qebûlkirî tê hesabê.

Em bêjin, wekî 23 meha çile derheqa erza Armên Sargsyanê serokkomarda îdî eyan bibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button