H’emû nûçeSereke
Hemû rêklamên derheqa lîstikên ser pera /xumarê/ wê bêne qedexekirinê: parlamêntê projeya qanûnê qebûl kir

Parlamênta Ermenîstanê projeya derheqa guhartinên nava qanûna derheqa rêklamada qebûl kirîye.
Anegorî projeyê, hemû rêklamên derheqa lîstikên ser pera /xumarê/ tên qedexekirinê. Ew qanûn li ser rêklamên bi radîoyê, têlêvîzîyonê, yan jî întêrnêtê belav dibe.Ew yek tenê li ser malperên wan lîstikaye fermî belav nabe.