Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî êrîşa çekdarên DAÎŞ-ye li ser hebsa Rojavayê şermezar kirîye. Wê hebsêda endamên DAÎŞ-ye girtî tên xweykirinê. Rûyê wê êrîşêda di navbera çekdarên DAÎŞ-ê û hêzên kurdaye li wê nehîyê pevçûyîn qewmîne.
Roja pêncşemê koma çekdarên DAÎŞ-ê cêribandîye endamên xwe ji hebsa li Hesekê bide azakirinê, rûyê çida pevçûyîn di navbera koma DAÎŞ-ê û Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda qewimîne.
“Ji salekê zêdetire, êrîşa ser hebsê armanca DAÎŞ-ê bû. Bi saya cedandinên HSD-ê û koalîsîyona navnetewî gelek êrîşên wî cûreyî hatine sekinandinê”,- wekîlê dêpartamênta amêrîkîye dewletê Nêd Brays gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ev êrîş dide kifşê, ku koalîsîyona navnetewîye bona şerkarîya dijî DAÎŞ-ê gerekê baş bê fînansekirinê.
Şerkarîya di navbera DAÎŞ-ê û Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hetanî van rojên axirîyê berdewam bûye. Nêzîkî 125 meriv, nava wanda endamên DAÎŞ-ê, welatîyên sîvîl û hêzên bêqezîyabûnê hatine kuştinê. Derheqa wê yekêda merkeza Sûrîyayêye mafparêz ragîhandîye.
Em bêjin, wekî li hebsê nêzîkî 75OO endamên DAÎŞ-ê, nava wanda zarok, tên xweykirinê.