H’emû nûçeSereke

Bi texmîn Ermenîstanê vexwendina ji alîyê Tirkîyayêda ya bona tevbûna tevî forûma Antalîyayêye dîplomatî qebûl bike: Paşînyan

Bi texmîn Ermenîstanê vexwendina ji alîyê Tirkîyayêda ya bona tevbûna tevî forûma Antalîyayêye dîplomatî qebûlke, lê hemû tişt halê heyîva girêdayîye.Armênprêssê ragîhandîye, wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa wê yekêda wextê vîdêokonfêransa tevî wekîlên teşkîletên civakî gotîye.

Serokwezîr bîr anîye,wekî formata normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê saz bûye û hevdîtina ewlin, ya wekîlên herdu welata îdî derbaz bûye. “Ez difikirim,wekî ev dînamîka wê bê xweykirinê û tê texmînkirinê, wekî Ermenîstanê tevî wê forûma li Antalîyayê bibe.Bê guman, hemû tişt wê halê wî çaxîva girêdayîbe, lê piştî hevdîtina ewlin tê texmînkirinê,wekî Ermenîstanê wê vexwendinê qebûlke, çimkî heger xeberdan destpê bûye, wê nêzîkî aqila nîbe, hegre em wê mecalê tê berdin”,-Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya, Yekîtîya Avropayê, ŞAY hewaskarin ku heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê bêne normalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button