SerekeSîyasî

Koalîsîyon: piştî êrîşa ser hebsa li Sûrîyayê DAÎŞ zeyîf bûye

Piştî êrîşa  ser hebsa li Sûrîyayê ya  ser hebsa li Hesekê, DAÎŞ zeyîf bûye. Derheqa wê yekêda nava elametîya koalîsîyona navnetewîda hatîye gotinê.

“Komên ku bona wê  êrîşê cabdarin, niha gelekî zeyîf bûne”,-fermandarê koma koalîsîyonê, gênêral Con Brênnan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî DAÎŞ-ê bona gelek endamên xwe cezayê kuştinê pêşda kişandîye.

Kolîsîyonê usa jî elam kirîye, wekî ew borcdarîyê hildide ser xwe, ku hevkarên xwe û him jî xwe ji her qezîyakî biparêze.

“Gelek girtîyên DAÎŞ-ê sîlih ji destên parêzerên hebsê girtine û ew kuştine û paşê hêzên HSD-ê tevî pevçûyînê bûne”,- Brênnan gotîye.Ewî daye dîyarkirnê, wekî koalîsîyonê gavên usa avîtibûn, ku bi merivatî nêzîkî girtîya bibin, lê wextê ku wana dest avîte sîlih ew îdî bûne qezîya, bo wê yekê jî ew hatine êrîşkirinê û ji alîyê HSD-ê û koalîsîyonêda hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button