H’emû nûçeSereke
Paşînyan derheqa pêwîstîya hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye
Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê peymana aşîtîyê bê îmzekirinê, lê pêşîya îmzekirina dokûmêntê gerekê ew yek bê hazirkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê vîdêokonfêransa tevî wekîlên teşkîletên civakî û pirêssayê gotîye.
“Em difikirin, wekî ew hevraxeberdan gerekê bêne derbazkirinê û Ermenîstan bona wê yekê hazire”,- Paşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî meremê temamîya şuxulkarîya hevraxeberdanên bona pirsgirêka Qerebagê, hema îmzekirina peymana aşîtîyê bûye.