SerekeSîyasî

Salhedîn Dêmîrtaş bona bêhurmetkirina serokwezîrê berê hatîye gunekarkirinê

Roja duşemê birîyara mehekemê hatîye qebûlkirinê, anegorî kîjanê Salhedîn Dêmîrtaşê sîyasetmedar cezayê girtinê stendîye. Prosêsa mehkemê ji sala 2O17-da destpê bûye. Wî bona wê yekê gunehkar dikin, wekî ewî serokwezîrê berê Ahmed Daûdoglû bêhurmet kirîye. Anegorî wê birîyarê serokê HDP-yî berê  cezayê ji salekê hinekî kêmtir stendîye.

Prosêsa mehkemê rûyê wê yekêda destpê bibû, wekî Dêmîrtaş bona hesarkirina bajarên kurda salên 2O15-2O16-a hukumata Daûdoglû rexne kiribû. Ewî sibata sala 2O16-a li Mêrsînê, pirsa derheqa xirabkarîyên eskerên tirkaye dijî kurda bilind kiribû û gotibû, wekî ew cabdarî li ser serokwezîrê wî çaxî Daûdoglûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button