H’emû nûçeSereke

Bernamên bona sîlihkirina hêzên Ermenîstanê, yên bi sîlihên wedê nihava, hene: Bordyûja

Nava doranên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda hene bername, bi kîjana dikarin Ermenîstanê bi sîlihên wedê niha û têknîka leşkerîva bidine razîkirinê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê organîzeyêyî berê Nîkolay Bordyûja gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî nava sîlihên eskerê ermenîda gelek sîlih hene, yên ku çawa alîkarî ji Rûsîyayê hatine stendinê, yan jî bi bahên li Rûsîyayê hatine kirînê.

Çawa ku eyane, îlona sala 2O21-ê serokên welatên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv ew yek îzbat kiribûn, wekî hêzên organîzeyêye bersivdayîna lez gerekê bi têknîka leşkerîye nû û sîlihên nûva bêne razîkirinê.

Bi fikira Bordyûja, meremê bernamê ewe, wekî welatên organîzeyê xwe bi sîlihên nûva bidine razîkirinê û piştgirîyê bidine hevkarên xwe jî. Bordyûja bîr anîye, wekî kirîna wan sîliha bi bahên cuda tê kirinê. Nava doranên dokûmêntêda Rûsîya sîlihên nû bi bahên hundurva difroşe tifaqdarên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button