H’emû nûçeSereke

Em hindava leşkerên azêrî bin neketine: li Ermenîstanê û li Arsaxê laboratorîyayên dirona wê bêne vekirinê

Sala 2O22-a têra tê dîtinê li Ermenîstanê û  Arsaxê neh laboratorîyayên dirona bidine vekirinê. Derheqa wê yekêda serokê yekîtîya îdarên têknolocî Raffî Kassarcyan gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî niha li Ermenîstanê tenê laboratorîyake wî cûreyî dixebite. Ew laboratorîya sala 2O21-ê hatîye damezirandinê.

“Piştî şêr me dabû dîyarkirinê,wekî emê progiramên xweye bona esker destpêkin”,-Kassarcyan gotîye.

Serokê  yekîtîyêyî nû Hayk Çobanyan daye dîyakirinê, wekî ew pêşeroja Ermenîstanê nava pêşkeftina têknolocîyên bilindda dibîne.Ewî daye dîyarkirinê,wekî têknolocîyên nava deh salada hazirkirî dikarin li ber dinîyayê bêne raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button