Hêzên Îraqêye bêqezîyabûnê rûyê qezîya DAÎŞ-ye li Kirkûkê li ser dereca hazirîyêne, çimkî diqewime DAÎŞ êrîşê bîne ser ştabên wane bêqezîyabûnê û cesûsîyê.
Êvara 24-ê meha çile hêzên bêqezîyabûnê li nehîyên Kirkûkêye cuda-cuda opêrasîyon destpê kirine.
Girêdayî zêdebûna êrîşên DAÎŞ-ra, yên li Îraqê û Sûrîyayê, hukumata Îraqê bi dirêjaya sînorê tevî Sûrîyayê dereca hazirîyê daye bilindkirinê, bona ku bikaribin ketina têrorîstaye li Îraqê bidine sekinandinê.