SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk kontrola li ser hebsa Hesekê bi temamî hildane destê xwe û mecbûr kirine ku endamên DAÎŞ-ê teslîmbin

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine,wekî Hêzên Sûrîya Dêmokratîk kontrola li ser hebsa Hesekê bi temamî hildane destê xwe û mecbûr kirine ku endamên DAÎŞ-ê teslîmbin. Wekîlê HSD-ê Ferhat Şamî elam kirîye, wekî opêrasîyon ser hevda hatîye û hebsa Sînayê dîsa ketîye bin kontrola wan, têrorîst teslîm bûne.

2O-ê meha çile nêzîkî 2OO têrorîstên DAÎŞ-ê, bi pevketina tevî girtîyên DAÎŞ-ye hundur, êrîş birine ser hebsa Sînayê. Çawa bersiva wê yekê, HSD-ê opêrasîyon destpê kir.

Nava van rojên dawîda çend êrîşên DAÎŞ-ê li provînsîya Hesekê û Dêyr Zorê qewimîne.

Bi wê yekêva tevayî hêzên ku ji alîyê Tirkîyayêda têne piştgirtinê, li Êl Babê , Manbîcê û Ayn Îsayê êrîş destpê kirin û piştgirîya DAÎŞ-ê kirin, xwestin guhdarîya HSD-ê berbi xwe bikişînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button