Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov elam kirîye, wekî Rûsîya bi aktîvî piştgirîyê dide helkirina krîzeya bi rîya edil, bi rîya dîplomtî, nava wanda usa jî ya li Qerebagê, Sûrîyayê û cîhên mayîn. Derheqa wê yekêda Lavrov wextê civîna parlamênta li Rûsîyayê gotîye.
“Em bi aktîvî piştgirîyê didine helkirina krîzeyên li herêmên cuda-cuda, nava wanda ya li Qerebagê, Sûrîyayê, Lîbîyayê, Afganistanê û li cîhên mayîn”,- Lavrov gotîye.