H’emû nûçeSereke
Derbazkirina fînansaye li Ermenîstanê: ji kîjan welatî fînans hatine Ermenîstanê

Anegorî melûmetîyên banka Ermenîstanêye Merkezî, nava sala 2O21-da bi destî şexsa ji welatên der mîlîyardek 898 mîlîyon dolar derbazî Ermenîstanê bûne, lê ji Ermenîstanê derbazî welatên mayîn bûne mîlîyardek 92 mîlîyon dolar. Heger himberî hevkin, wî çaxî dîyar dibe, wekî 8O6 mîlîyon dolar li Ermenîstanê maye.
Anegorî înformasîyayên bankên Ermenîstanê, nava deh welatên ewlindanin Rûsîya, Ştatên Yekbûyî, Ûkraîna, Qazaxstan, Almanîya, Fransîya, Îspanîya, Yektîya Mîrtîyên Ereba, Çînistan û Tirkîya.