H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê hemû guhartinên ji alîyê dêlêgasîya ermenîda pêşnîyarkirî qebûl kirîye

Parlamênta Avropayê rêzolyûsîya “Şuxulkarîya înstîtûtên dêmokratîke li Ermenîstanê” qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan rûpelê facebook da nivîsîye.

“Nava têksta rêzolyûsîyayêda hemû guhartinên ji alîyê dêlêgasîya ermenîda pêşnîyarkirî hatine qebûlkirinê, hemû pêşnîyarên dêlêgasîya Adirbêcanê hatine înkarkirinê.

Rêzolyûsîya hîmlî derheqa şuxulkarîya werguhastinên dêmokrtîke li Ermenîstanêdane, yên destanî û usa jî yên pêşerojê.Gilî derheqa werguhastinên nava bijartinada, mêxanîzmên cuda-cuda, werguhstnên nava sîstêma mehkemê û hiqûqîda, atmosifêra sîyasîye li welêt, halê mecalên prêssayêva girêdayî û qewînkirina kûltûra dêmokratîyayêye nava deşta sîyasîdane.

Bi xeberdana derheqa dew û doza Qerebagêda û şerê 44 rojeda, parlamêntê pirsên nava rojeva sîyasîda pêşnîyarkirî daye dîyarkirinê,  pêwîstîya paşdavegerandina dîlên ermenî îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku dew û doz nava doranên koma Mînskêda bê helkirinê”,-Rûbînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button