
Cîgirê spîkêrê parlamênta Kurdistanê Hêmin Hewramî îzbat kirîye, wekî parlamênta Kurdistanê wê anegorî qanûnên heyî hilbijartina bide derbazkirinê.
“Wedê parlamênta niha 6-ê mijdara sala 2O22-a ser hevda tê, û hetanî wî çaxî gerekê em hilbijartina derbazkin”,- Hewramî gotîye.
Hêmin Hwramî daye dîyarkirinê, wekî 3-ê mijdara sala 2O21-ê parlamênta Kurdistanê rastî serokên partîyayên sîyasîye li parlamêntê hatîye û elamî hemûya kirîye, wekî hetanî demambûna wedê parlamêntê hazirîyên xwe bibînin.
Paşê Hewramî elam kirîye, wekî serokê Herêma Kurdistanê gerekê emirnivîsara xwe pêşîya 6-ê îlona sala 2O22-a belavke, bona ku roja derbazkirina hilbijartina bê elamkirinê.