H’emû nûçeSereke

“Peymana Sîvîl”: meremê Ermenîstanê heye hevkarîya tevî Rûsîyayê bide kûrkirinê, bi taybetî nava goveka leşkerîda

Meremê Ermenîstanê heye hevkarîya tevî Rûsîyayê bide kûrkirinê, bi taybetî nava goveka leşkerîda. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der, parlamêntvanê ji frakîsya “Peymana Sîvîl”, Êdûard Agacanyan gotîye.

Bi wê yekêva tevayî ew wê yekêra qayîl nebû,wekî piştî şerê 44 roje tehsîra Moskvayêye li ser Ermenîstanê mezin bûye.Bi gotina parlamêntvan, sîyasîya welête der li  ser hîmê berjewandîyên miletîyê tê hîmdanînê.

“Piştî şerê 44 roje, Rûsîyayê destpê kir roleke cuda nava karê sazkirina sîstêma  Ermenîstanêye bêqezîyabûnêda bilîze. Meremê me heye ku em hevkarîya tevî Moskvayê bidine kûrkirinê, bi taybetî nava goveka leşkerîda”,-Agacanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button