H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Brîtanîyayêyî pirsên cînartîya Avropayê û Amêrîkayê qise kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Brîtanîyayêyî pirsên cînartîya Avropayê û Amêrîkayê Krîs Hîtin-Harîs qise kirîye.

Ararat Mîrzoyan girêdayî qulixa nûra Krîs Hîtin-Harîs pîroz kirîye.

Alîya girêdayî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê û Brîtanîya Mezinda  xeberdane û dane dîyarkirinê, wekî nava van salada bona qewînkirina heleqetîyên dualî xebata mezin hatîye kirinê. Fikir dora rojeva berfirehkirina heleqetîyên dualîda hatine pevguhartinê.

Xeberdan usa jî derheqa dîlên ermenîye li Adirbêcanê û pêwîstîya paşdavegerandina wanda çûye.Ew yek girîng hatîye hesabkirinê,wekî pêwîste ku pirsgirêka Qerebagê bin mandata hemsedirtîya koma Mînskêda bê helkirinê. Krîs Hîtin-Harîs daye dîyarkirinê, wekî Brîtanîya Mezin piştgirîyê dide hemsedirtîya koma Mînskê.Xeberdan usa jî derheqa şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button