Şêwirmendê bêqezîyabûna Îraqêye miletîyê Qasim Al Aracî rastî mîsîya NATO-ye fermandarîyêye li Îraqê hatîye. Wextê hevdîtinê Aracî daye dîyarkirinê, wekî cûrê bêqezîyayî herî baş ewe, ku welatên der welatîyên xwe, yên ku li hebsên Îraqêdanin, paşda bibin cem xwe. Ewî gotîye, ku heger ew welat nikarin wana qebûlkin, wî çaxî gerekê wana derbazî nehîyên başqe bikin, çimkî ew qezîyayê raber dikin.
Ewî hema mesela halê li qampa li Sûrîyayê anîye ber çeva, li kîderê bi deha hezara malbetên DAÎŞ-ê hene.