SerekeSîyasî

Kirbî: DAÎŞ mînanî berê bona Îraqê û Sûrîyayê qezîyayê raber dike

Berdevkê dêpartamênta  Ştatên Yekbûîye dewletê Con Kirbî îzbat kirîe, wekî koma DAÎŞ-ê mînanî berê bona Îraqê û Sûrîyayê qezîyayê raber dike.

“Xebata meye li Sûrîyayê sînorkirîye.Tu kes naxweze ku Sûrîya careke mayîn tevlîhev bibe.Ez difikirim, wekî ew yek girînge ku em her dem derheqa wê yekêda bêjin, bona ku welatên cînar, yên li vê herêmê bona qewînbûna Sûrîyayê hewaskarbin.Em naxwezin ku pêlên mihacira bibînin, em naxwezin ku konflîkt berfirehbe. Meremê meyî li Pêntagonê ewe, ku em pê bihesin, wekî qezîya DAÎŞ-ê li Sûrîyayê û Îraqê hê heye”,- Con Kirbî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button