H’emû nûçeSereke

Pirsê gerekê bin mandata koma Mînskêda helkin: bayloza ŞAY derheqa statûsa Arsaxêda xeberdaye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Hambarsûm Matêvosyan bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê qebûl kirîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî Hambarsûm Matêvosyan, girêdayî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîra, yên di navbera herdu cimetada pîroz kirîye û gotîye, wekî Ştatên Yekbûyî ji sala 1991-da hevkara Ermenstanêye qewîne.Cîgir serokwezîr piştgirîya nava 3O salîda bilind qîmet kirîye, ya ku bona govekên şerkarîya dijî ruşetxwerinê, werguhastinên nava sîstêmên mehkemê û polîsîyayêda bûye.

Girêdayî helkirina pirsa Qerebagêra, cîgirê serokwezîr rola Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye çawa hemsedira koma Mînskê girîng hesab kirîye.Trêysîya bayloz li ser wê fikirê bûye, wekî pirsa statûsa Qerebagê helkirî nîne û ew şuxulkarî gerekê bin mandata koma Mînskêda bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button