H’emû nûçeSereke

46 dîlên îzbatbûyî hê li Adirbêcanê girtîne: Arûsyak Cûlhakyan li parlamênta Avropayê bi xeberdan pêşda hatîye

Nenihêrî wê yekê wekî 9-ê mijdara sala 2O2O-î, serokatîyên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê elametîya sêalî îmze kirin û xala wê elametîyêye 8-a zelal têra dibîne ku hemû dîlên leşkerî aza berdin, lê  çend deh qulixçîyên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl hê li Adirbêcanê mane. Hejmara dîlên leşkerî û merivên sîvîl hê eyan nîne. Derheqa wê yekêda endama dêlêgasîya Ermenîstanêye li parlamênta Avropayê, Arûsyak Cûlhakyanê gotîye.

“Serokatîya Adirbêcanê hejmara dîla nade dîyarkirinê. Sala derbazbûyî 142 dîlên leşkerî hatine paşdavegerandinê. Feqet, 46 dîlên ku îzbatbûyîne, hê li Adirbêcanê girtîne.Adirbêcan wan girtîya çawa “têrorîst” nav dike û mafê navnetewî diteribîne”,- Cûlhakyanê gotîye.

Parlamêntvanê careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wî hemû tiştî, hemû qulixçîyên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl, yên ku li Adirbêcanê mane, bi satûsa xwe dîlên leşkerîne û gerekê anegorî normên navnetewî nêzîkî wan bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button