H’emû nûçeSereke

Bona Ermenîstanê wê gaveke mezinbe: Şalênbêrg derheqa normalkirina heleqetîyên tevî Tirkîyayê xeberdaye

Normalbûna heleqetîyên Ermenîstanêye tevî Tirkîyayê wê bona temamîya herêmê bibe gaveke mezin. Derheqa wê yekêda wezîrê Aûstrîyayêyî karên der Alêksandr Şalênbêrg wextê prêss-konfêransa tevî hevalkarê xweyî ermenî Ararat Mîrzoyan, gotîye.

Bi gotina wî, gerekê bona îzbatbûna aminayê û milahîmbûna halê sertî li herêmê bixebitin.

“Gavên anegor bona normalbûna heleqetîyên tevî Tirkîya cînar tên avîtinê.Ew yek wê bibe gaveke mezin bona cimeta Ermenîstanê û temamîya herêmê”,-Şalênbêrg gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button