H’emû nûçeSereke
Grîgoryan û Ovêrçûk pêrspêktîvên dasekinandina tevgirêdanên Qafqasîya Başûre transportê gotûbêj kirine
Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk bi seredana xebatêva hatîye Yêrêvanê. Wextê seredanê hevdîtina cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk derbaz bûye.Wextê hevdîtinê usa jî serokê kompanîya “Rêyên rûsîye hesinî” Olêg Bêlyozyorov û baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn hazir bûne.
Alîya pirsên derheqa hevkarîya dualîda gotûbêj kirine.
Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên dasekinandina tevgirêdanên transportêye li Herêma Qafqasîya Başûr çûye.