
Li Adirbêcanê komîsîya mexsûs bona tunekirina mîrata ermenîye çandî hatîye sazkirinê.
Wezîrê Adirbêcanêyî çandê Anar Kerîmov gotîye, wekî dikevine nava wê komîsîyayê pêşezanên dîroka Albanîyayê û çanda wê. “Ermenîya rêça xwe li ser heykelên me hiştîye û girêdayî wê yekêra em niha şedetîya berev dikin”,-Kerîmov gotîye û seyaseta derew berdewam kirîye, ku giva dêrên mesîhîyaye li wir yên albanîne.
“Wî alîda xebat tên kirinê, û têra tê dîtinê pêşezanên navnetewî vexwendî Adirbêcanê bikin. Em rûyê bêqezîyabûnêda nikarin herine li wandera.Paşê emê tevî pêşezanên navnetewî li wan cîha biqesidin, li kîderê ew dêrin û paşê emê wî hemû tiştî raberî civaka navnetewî bikin”,-wezîr gotîye.
Hetanî wî çaxî serokatîya Adirbêcanê îzin nedida wekîlên YÛNÊSKO-ê ku ew herine li wan cîha, yên ku bin kontrola wandanin. Menî ber çevaye, alîyê azêrîya wede dide xebatê ku hemû tiştî bide feşkirinê.







