H’emû nûçeSereke
Opozîsîya wê kandîdatê xweyî bona hilbijartina serokkomarê Ermenîstanê pêşda nekişîne

Fraksîyayên parlamênta Ermenîstanê “Ermenîstan” û “Qedirê min heye” wê bona hilbijartina serokkomar kandîdatê xwe pêşda nekişînin û wê tevî hilbijartinê nebin.
Derheqa wê yekêda koalîsîyona “ Ermenîstan”-ê rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
“Me têra nedîtîye ku kandîdatê xwe pêşda bikişînin, lê nava halê pêşdahatîda jî em wê yekê çawa tiştê qebûlnekirinê şaş hesab dikin ku wî cûreyî tevî hilbijartinê bibin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.







