H’emû nûçeSereke
Seredana Nîkol Paşînyane li Tirkîyayê nayê gotûbêjkirinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der
Seredana Nîkol Paşînyanê serokwezîr, ya li Tirkîyayê û tevbûna wîye tevî civîna dîplomatîye li Antalîyayê nayê gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye.
Rojekê pêşda nava prêssayêda hatibû belavkirinê,wekî serokwezîrê Ermenîstanê wê meha adarê here Tirkîyayê û tevî hemcivîna dîplomatîye li Antalîyayê bibe.