ÇandSereke

Nasnama cîhên Arsaxêye pîroz nikare bibe pirsa gotûbêjkirinê:dêra Êcmîyazînê

Dêra Êcmîyazînê elametî belav kirîye, ya ku girêdaîye wê înîsîyatîva serokatîya Adirbêcanêra, ya dijî heykelên ermenîye dîrokî û çandî.Nava elametîya dêrêda hatîye dîyarkirinê, wekî dêra Êcmîyazînêye Pîroz înîsîyatîva serokatîya Adirbêcanê gunehkar dike û wê yekê çawa gaveke dijî sîvîlîzasîya merivatîyê qîmet dike, ya ku çawa dijminatîya hindava Ermenîstanê, Arsaxê û cimeta ermenî tê dîyarkirinê.

Hatîye gotinê, wekî heyîna cîhên mesîhîtîyêye Pîroze li Arsaxê, bi zanistî îzbatbûîye û ew pirs nikare bibe pirsa gotûbêjkirinê.

Dêra Êcmîyazînê berbirî wan welata bûye, yên ku helkirina pirsgirêka Qerebagêva mijûl dibin, bona ku ew welat guhdarîyê bidine ser wê pirsê û bêdeng nemînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button