Sê hevaltîyên tirkaye avayîçêkirinê bi bahê mîlîyona dolara matêrîyal dane DAÎŞ-ê, yên ku bona dirona didine xebatê. Derheqa wê yekêda rojnama “Birgün ”-ê elam kirîye.Ev hersê hevaltî, li ser hîmê welatvînîya binelîyê Sûrîyayê Îbrahîm Hag Hênêd, yê ku bûye welatîyê Tirkîyayê, matêrîyal firotine çekdarên DAÎŞ-ê. Ew matêrîyal bona çêkirina dirona hatine xebitandinê.
Em bêjin wekî DAÎŞ-ê li Îraqê û Sûrîyayê diron dane xebatê, înformasîya berev kirine û êrîşên xwe teşkîl kirine.