H’emû nûçeSereke

Seyaseta tunekirina mîrasa ermenîye dîrokî-çandî dijî elametîyên Adirbêcanêye bona aşîtîyêye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bi cûrê berk elametîya wezîrê Adirbêcanêye çandê Anar Kerîmov gunehkar kirîye, kîjanêda ewî derheqa xirabkirina  heykelên ermenîye çandî û dîrokîda dabû dîyarkirinê.Ewî gotibû, wekî bona wê yekê koma xebatê wê bê sazkirinê.Derheqa wê yekêda nava elametîya berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der, ya Vahan Hûnanyan, hatîye gotinê. “Ev yek careke mayîn şedetîyê dide, wekî piştî şerê 44 roje bûyarên girêdayî heykelên ermenîye çandî-dîrokîra bi zanebûn tên kirinê û hatine progiramkirinê.Ev yek gaveke bi sirêye bona ku binelîyên ermenî ji Qerebagê bidine qetandinê.

Ev gav eşkere dijî qirara mehkema navnetewîye edaletêye, anegorî kîjanê hatibû dîyarkirinê, ku îzina kirinên wî cûreyî nedin û yên ku tiştên usa dikin, bidine cezakirinê. Nava halê pêşdahatîda pêwîste ku YÛNÊSKO tevî vê pirsêbe, bona ku îzina vê yekê neyê dayînê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button