Lîdêrê kurd û serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî seroka beca pêwandîyên Yekîtîya Avropayêye li Herêma Kurdistanê, Marî Parêt qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê, pirsên girêdayî sazkirina hukumata Îraqêy nûra hatine gotûbêjkirinê.
“Wextê hevdîtinê, bûyarên van axirîyaye nava prosêsa sîyasîda û gavên konstîtûsîyone bona sazkirina hukumata Îraqêye nû hatine gotûbêjkirinê”,-nava elametîya ştaba Barzanîda hatîye gotinê.