H’emû nûçeSîyasî

Li Adirbêcanê şuxulkarîya ronjnamevana didine sînorkirinê: Elîyêv qanûna nû îmze kirîye

Serokê Adirbêcanê qanûn îmze kirîye, ya ku bi fikira pêşezana wê jîyana rojnamevana bide dijwarkirinê. Derheqa wê yekêda ajansa BCC -ê ragîhandîye.

Anegorî wê qanûnê, rojnamevan borcdarin derheqa xweda kitêba tomerîda bidine dîyarkirinê û ew nikarin ji welatên bîyanî fînansa bistînin.

Anegorî qanûna derheqa rojnamevanada, li Adirbêcanê gerekê rêgîstora tevayî bê sazkirinê.

Anegorî qanûnê ewên ku xwendina wane bilind tune, yên ku naxebitin, yên ku berê hatine mehkemekirinê, nikarin wê rêgîstorêda xwe bidine nivîsarê. Ew nikarin mecalên prêssayê sazkin û tevî wê şuxulkarîyê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button