SerekeSîyasî

Dîyarkirin û kifşkirina sînora bêyî tu qewila: tabîya ermenî nayê guhartinê

Yêrêvana fermî elam dike, wekî dîyarkirin û kifşkirna sînora wê bêyî tu qewila bê destpêkirinê.Tabîya Ermenîstanê usa jî bona helkirina pirsgirêka Qerebagê ye, ya bi rêya edil e, û bo wê yekê jî wekî pirsgirêk hê nehatîye helkirinê aşîtîparêz gerekê li wir bimînin. Derheqa rola aşîtîparêzên rûsda usa jî wextê hevdîtina serokên welatên koma Mînskê, serokên Rûsîayê û Fransîyayê, hatîye dîyarkirinê.

Adrbêcan dibêje, wekî nava şuxulkarîya kifşkirina sînorada Ermenîstan qewila pêşda dikişîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Adrbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov van axirîya gotiye. Ewî gotibû, wekî Adrbêcan hazir e bêyî tu qewila wê pêvajoyê destpê bike. Yêrêvana fermî derheqa pevketinêda bîr tine, anegorî kîjane tê gotinê ku wextê wê pêvajoyê gerekê eskera paşda vekişînin. Ev pêşnyar ya Nîkol Paşînyanê serokwezîr e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button