
Li konsûlxana Ermenîstanêye li Hewlêrê hevdîtin hatîye teşkîlkirinê, wextê kîjanê, bona qewînkirina heleqetîyên ermenîya-îraqîyaye dualî û parastina qîmetîyên hemmerivatîyê, mêdala ji alîyê serokkomarê Ermenîstanêda teslîmî şuxulkara civakî-sîyasî, parlamêntvana Îraqêye berê, hemsedira koma orteparlamêntîyêye dostîyê Rehan Eyûbîyê kirine.
Wextê teslîmkirina wê mêdalê, parlamêntvanên parlamênta Îraqêye berê, wekîlê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Elî Ewinî, şuxulkarên civakî-sîyasî û wekîlên olka ermeîye li wir, hazir bûne.