H’emû nûçeSereke

Hejmara şihîdên şerê 44 roje raste û nayê veşartinê: Arsên Torosyan

Hejmara şihîdên şerê 44 roje raste û nayê veşartinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Arsên Torosyan rûpelê xweyî facebooke da nivîsîye.

Ewî gotîye, wekî organên serkarîkirina dewletê hejmarên zîyana merivaye ji alîyê ermenî venaşêrin. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hê sala 2O16-a, wextê şerê meha nîsanê, ew nava doxtirîyada leşkerîda xebitîye û tevî hesabkirina birîndara bûye. Bi gotina wî, li komîtêya lêpirsînê înformasîya derheqa hejmara zîyana merivada li ser hîmê înformasîyayên qulixdarîya doxtirîya leşkerî tên raberkirinê.

“Hinek meriv hene, ku dikarin bêjin, wekî ne ku 3812 meriv  şihîd bûne, lê hejmara wan 5OOO –e, yan jî 6OOO-e yan jî zêdetirin. Merivê ji moralê dûr dikare bêje wekî çend hezar birîdarên me hene, lê bi rastî hejmara birîndara 75OO-e”,-Torosyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button