H’emû nûçeSereke

Hevaltîyên Çêxîyayê difikrin, ku li Ermenîstanê çêkirina teyarên biçûk bidine damezirandinê

8-9-ê sibatê baylozê Ermenîstanêyî li Çêxîyayê Aşot Hovakîmyan çûye qeza Çêxîyayêye Olomoûsê, li kîderê ew ji alîyê serokê qezayê Yozêf Sûxanêk Mîroslav Jibanêkê serokbajarda hatîye qebûlkirinê.

Xeberdan derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Çêxîyayêda çûye.Pirsên êkonomîkî, çandî û yên goveka perwerdê hatine gotûbêjkirinê.

Nava dorana seredanêda Aşot Hovakîmyan usa jî li hevaltîyên avîyasîyon qesidîye, ku cîda nasîya xwe bide xebatên  wan. Xeberdan derheqa bernamên van axirîyada jî çûye, anegorî kîjana hevaltîyên Çêxîyayê dixwezin li Ermenstnê çêkirina teyarên biçûk li Ermenîstanê bidine damezirandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button