SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî derheqa zêdebûna qezîya ji alîyê DAÎŞ-da eşaretî daye

Koma DAÎŞ-ye têrorîstî li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê qezîyayê raber dike, ya ku bere-bere zêde dibe, nenihêrî wê yekê, wekî wextê opêrasîyona amêrîkîya, lîdêrê wê hatîye kuştinê. Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî gotîye.

Mezlûm Ebdî daye dîyarkirinê, wekî çekdarên DAÎŞ-ê, piştî êrîşa ser hebsa li Sûrîyayê, dîsa aktîvin.Nava xeberdana xweda Ebdî serda zêde kirîye, wekî wextê wê êrîşê 121 şerkar  şihîd ketine.

“Em bi DAÎŞ-ê va hatine dorgirtinê”,-Mezlûm Ebdî gotîye. “Me gelek cara derheqa vê yekêda gotîye. Heger em niha dijî wan şerkarîyê nekin, ewê  dîsa belav bibin”,-ewî daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button