SerekeSîyasî

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk hîvîya sazbûna hukumata nûye ku careke mayîn wekîltîyên xwe li nehîyên hevraqayîlnekirî vekin

Berdevkê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Şêrko Taûfîk elamî ajansa  “Shafaq News” ê  

kirîye, wekî partîya hîvîyêye, ku hukumata nû sazbe, ya ku wê hîvîkirina partîyayê qebûlke bona ku li nehîyên hevraqayîlnekirî merkezên partîayên kurda bêne vekirinê.

Berdevkê partîyayê serda zêde kirîye, wekî paşdaketina vê prosêsê girêdaîye wê yekêra, wekî di navbera hukumata fêdêral û partîyayên mayînda hevraqayîlnebûn hene. Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava wê pirsêda di navbera partîya wan û Yektîya Niştîmanên Kurdistanê, usa jî partîyayên  kurdaye mayînda pirsgirêk tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button