H’emû nûçeSereke

Serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye berê: ez zendegirtîme ku Rûsîyayê çi cûreyî Tirkîya awqasî nêzîkî xwe kirîye

Ez zendegirtîme ku Rûsîyayê çi cûreyî Tirkîya awqasî  nêzîkî xwe kirîye. Derheqa wê yekêda serokê hêzên ştaba Ermenîstanê, yê berê, gênêral-lêytênant Norat Têr-Grîgoryans gotîye.

“Nenihêrî wê yekê wekî Tirkîya dikene û Rûsîyayê hembêz dike, ew welatê agrêsîv bûye û wê wî cûreyî jî bimire.Elîyêv rûyê Qerebagêda Tirkîya kaşî nava Qafqasîya Başûr kir.Ew hemû qalme-qalm, şer û tiştên mayîn dijî Rûsîyayêne. Bi fikira dijminên wê, hemû welatên dora Rûsîyayê, yan gerekê bêne tunekirinê, yan jî gerekê bibine endamên NATO-ê. Ûkraîna, Gurcistan  nava  NATO-ê danin, niha jî Qazaxstan bi dijwarî teyax dike.Nava NATO- ê da Tirkîya cîhê duemdane. Lê Pûtîn elam kir, ku heger şer nava topraxa Ermenîstanêda bibe, wî çaxî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv wê bixebite.Berê ewlin baza rûsîye li Gumirîyê wê bixebite. Ew baza ya qewîne”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button