H’emû nûçeSereke
Du stûnên hîmlî yên seyaseta serokatîya Adirbêcanêye hiznekirinê hene: ya êtnîkî û ya dînî
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rastî lêktor û xwendikarên fakûltêya rojhilatzanîyê, ya ûnîvêrsîtêya Yêrêvanêye dewletê, hatîye.
Hatîye ragîhandinê, wekî parêzerê mafên mêriv derheqa propagaêda serokatîya Adirbêcanêye dijminatîda xeberdaye. Ewî goîtîye, wekî du stûnên wê seyasetê hene, ya êtnîkî û ya dînî.
Arman Tatoyan daye dîyarkirnê, wekî hema bi saya vê seyasetê, pêşîya şêr, wextê şêr û piştî şêr teribandinên mafên mêriv ji alîyê leşkerên azêrîda hatine kirinê.