H’emû nûçeSereke

Heger Adirbêcan destpê bike nivîsara tune bike, mafê me heye ku em berbirî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî bibin: heykelzan

Adirbêcan dixweze nivîsarên li ser hykelên ermenîye li têrîtorîyayên okûpasîyakirî bide tunekirinê, mînanî wan heykela, yên ku bin kontrola azêrîyada bûne.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê fonda  lêkolînên arxîtêktûra ermenî, Raffî Kortoşyan gotîye. Ewî ew yek wextê şirovekirina elametîya wezîrê Adirbêcanêyî çandê daye dîyarkirinê.

“Anar Kerîmo merivekî derewîn û feşe. Ew yek hema meha mijdarê hate kifşê, wextê ku opêrasîyonên şêr sekinîn û ewî rûpelê xweyî Twittereda elametîke derew belav kir, kîjanêda nivîsîbû, wekî ermenî her cîha kevirxaça datînin û bi wê yekê dibêjin ku ew cîh yên ermenîyane. Li rex elametîya wî jî kela Şahbûlaxê hatibû raberkirinê. Me da dîyarkirinê, wekî ew  wêne yê kelake li Axilsixayê bû. Elametîyên wî yên sîyasîne”,-Kortoşyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî navnîşa hemû  heykelên ermenîye li Arsaxê û usa jî dêrên li wir hazirkirî hene.

“Teşkîleta me ji 6O-î hetanî 7O OOO wêneyên heykela hazir kirine û heger tiştên xirab hindava wan heykelada bêne mîyaserkirinê, wî çaxî em dikarin lez bersiva wan bidin. Hejmara wan heykela ji 15OO–î zêdetire û pasportên wan hemû heykela hene. Heger Adirbêcan destpê bike wan nivîsarên ser heykela bide paqijkirinê, mafê me heye ku em berbirî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî bibin. Ew jî sirîya xweda borcdare qirara qebûlke, wekî qirarên mehkema Haagayê nehatine qedandinê”,-Kortoşyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button