Pirsên derheqa desta învêstîsîyon, ya 2,6 mîlîyard yûro hatine gotûbêjkirinê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorîn hazir bûye.
Serokwezîr pêşkeftina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê girîng hesab kirîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî rojeva werguhastinên dêmokratîk dîsa nava pirsên hukumata Ermenîstanêda çawa yên girîng tên hesabê. Paşê xeberdan derheqa pêvajoya mîyaserkirina desta învêstîsîyonda çûye. Gilî derheqa wê yekêdane,wekî pirsên derheqa wê desta învêstîsîyada çûye, bi kîjanê Yekîtîya Avropayê 2,6 mîlîyard yûro învêstîsîya kirîye.
Serokwezîr cedandinên serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, yên bona qewînbûna li herêmê girîng hesab kirîye. Pirsên dora halê li herêma Qafqasîya Başûr, halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatine gotûbêjkirinê.