H’emû nûçeSereke

Meremê Tirkîyayê ewe ku cimeta kurda bide tunekirinê: berevbûna şikyatkirinê li ber ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî

Li Ermenîstanê wekîlên kurda akîsîya şikyatkirinê li ber ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî derbaz kirine û dew ji organîzeyê kirine, ku Organîzeya Netewên Yekbûyî civîna mexsûs teglîfke bona ku pirsa azaberdana  hîmdarê PKK-ê û girtîyê sîyasî Ebdile Ocelan gotûbêj bikin.

Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Kinyaz Hesenov daye dîyarkirinê, wekî Abdûla Ocalan 23 sale, ku li  hebsa Îmralîyêye, lê civaka navnetewî bi bêdengî rola dîtindarîyê diqedîne.

“Serokatîya tirka dide dîyarkirinê, wekî armanca wan tunekirina kurdaye. Li Tirkîyayê 25 mîlîyon kurd hetanî roja îproyîn çawa milet nehatine naskirinê, zimanê kurdî jî çawa ziman nas nakin. Zarokên  kurd li wir perwerdê nastînin û eva îdî serê 12 salaye, wekî bin bandora Tirkîyayêda komên îslamî li Sûrîyayê komkujîya çar-pênc mîlîyon kurda mîyaser dikin. Sê-çar bajarên Rojavayê hatine dagirkirinê û cimet ji cîh û warên wan derxistine. Ev yek dide kifşê, wekî serokatîya tirka hemû tiştî dike, ku kurda tunekin û bihelînin”,- Kinyaz Hesenov gotîye.

Hesenov bangî civaka navnetewî kirîye, ku bona sîyaseta Tirkîyayêye komkuj, gavên anegor bêne avîtinê.

“Ev gav gerekê berê ewlin dewletên mezin biavêjin, lê mixabin, roja îroyîn dewletên mezin peyî berjewandîyên xwe diçin û mafên him kurda, him ermenîya û hemû miletên mayîne bindest, hesab hilnadin”,-Hesenov gotîye.

Tevbûyên  berevbûnê name teslîmî ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî ya li Ermenîstanê kirine, kîjanêda dewekarîyên xwe raberî civaka navnetewî kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button