Mîrasa çandî-dîrokî gerekê nebe pirsa sîyasî : YÛNÊSKO
YÛNÊSKO dixebite ku koma têknîkîye serbest bişîne Qerebagê. Derheqa wê yekêda ji ofîsa YÛNÊSKO-ê elam kirine, dema ku xeberdan derheqa bûyarên li Qerebagê, yên piştî şerê sala 2O2O-î ye li Arsaxê, di derbarê xirabkirina heykelên ermenîye çandî-dîrokîye li Arsaxê çûye.
Li organîzeyê hêvîdarin wekî mîsîya ku wê bê şandnê, wê zûtirekê hazirbe.
“Em ji sala 1954-da nava doranên konvênsîya Haagayêda dixebitin û em hazir dibin mîsîya YÛNÊSKO-ê ye serbest bişînine Qerebagê. Em hêvîdarin, wekî ew yek zûtirekê wê bibe, lê hema niha qewilên anegor tunene, bo wê yekê jî gotûbêjkirin berdewam dibin”,-xebatkarê ofîsa YÛNÊSKO-ê Tomas Malard gotîye. Organîzeyê daye dîyarkirinê, wekî mîrasa çandî-dîrokî gerekê bona meremên sîyasî nedine xebatê.
“Mîrasa çandî û dîrokî gerekê bona meremên sîyasî nedine xebatê. Em bangî hemû welatên endam dikin ku qedirê vê prînsîpê bigrin”,-YÛNÊSKO-ê gotîye.