H’emû nûçeSereke

Sala 2O22-a bona nûkirina kana li Sotikê wê ji deh mîlîyon dolara zêdetir pere bêne başqekirinê

Kana li Sotikê anegorî planên xwe dixebite. Bona wê yekê  kompanîya pirsên têknîkî hel dike û usa jî  lêgerînên zêde dide derbazkirinê, bona ku xebata xwe berdewamke. Xebatên binerd jî têra tên dîtinê. Derheqa wê yekêda ji kompanîya “GêoProMaynîng”-ê  elam kirine.

Niha ew li ser projeyên têknîkî dixebitin û xebatên hazirkirinê mîyaser dikin. Heyîna zêre li wê kanê dîsa wî cûreyî dimîne.

Kompanîyayê sala 2O21-ê pênc mîlîyon dolar bona xebatên li kanê başqe kirine, lê bona sala 2O22-a wê deh mîlîyon dolar bêne başqekirinê.              

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button