H’emû nûçeSereke
ŞAY hevkar û dosta Ermenîstanêye: Alên Sîmonyan Lîn Trêysî qebûl kirîye /vîdêyo/
Alên Sîmonyanê ku borcdarîyên serokkomarê Ermenîstanê diqedîne, bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî qebûl kirîye.
Destpêka hevdîtinêda alîya girêdayî 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên herdu welataye dîplomatîra hev pîroz kirine.
Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî piştî serbestbûna Ermenîstanê hevkar û dosta Ermenîstanêye. Xeberdan derheqa seredana dêlêgasîya bi serkarîya Alên Sîmonyan, ya li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, çûye. Alên Sîmonyan ew seredan girîng hesab kirîye û derheqa hevdîtina tevî spîkêra kongrêsa ŞAY Nênsî Pêlosîyêda xeberdaye. Ewî usa jî cêrge tiştên bi hûrgilî ji wê seredanê raber kirine.
Fikir dora projeyên dualî hatine pevguhartinê.