SerekeSîyasî

Serokê Kurdistanê: yekîtîya kurda qewilê tek-tenêye ku destanînên xwe xweykin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bangî partîyayên kurdaye sîyasî kirîye ku bona qebûlkirina qirarên girîng bibin yek, yên ku girêdayîne pirsgirêkên herêmêra.

“Heger em nebin yek, emê nikaribin destanînên xwe xweykin, emê nikaribin wana bidine pêşxistinê. Em gerekê şerkarîya tevayî berdewamkin, ya ku bona wan tiştaye, bona çi me şerkarî kirîye û dixwezî ew yek partîya Kurdistanêye Dêmokratîk be, yan jî Yekîtîya Niştîmanên Köpdistanê be, yan jî partîyayên kurdaye mayîn bin”,- Barzanî gotîye.

“Em gerekê li ser wê yekê bixebitin, bona ku mafên  Herêma Kurdistanêye  konstîtûsîyon biparêzin. Bona wê yekê qewilê tek-tenê yekîtîye, bi saya kîjanê emê bikaribin bighîjine gelek açxîya”,- Nêçîrvan Barzanî daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button